Sipasdarê birayê Haci Kardoxi Aştî û Radio Ashtî me, sipasdarê dost û hevalên ku bi sebir 4 saetan li me guhdarî kirin û em bi tenê nehiştin im.
Mixabin derfet nebû ku bersîvên temama pirsan bidim. Em di têkoşîna rizgarîya neteweyî de bi hev re ne û em dê bersîva bi hev re bidin.
Zimanê me yê neteweyî
Di jiyana me ya îroyîn de, ji hemû deman pirtirîn pêwistî bi giringîdayîna ji bo bikaranîna zimanê kurdî çêbûye. Ji hemû deman pirtirîn îro hewceyî bi sazkirina bername û çalakiyiyên ji bo geşkirin û bêşvebirina zimanê me yê neteweyî heye. Ji bo giringiya ziman êdî tenê ‘roj pîrozkirin’, gotar nivîsîn û axaftinên dirêj ne bes in û têrî nakin. Jixwe ji Ehmedê Xanî, ji Mîr Celadet Bedîrxan bigire û heta niha, ji bo giringiya ziman, ji bo pêwistiya ziman û ji bo bivêneviya ziman ji bo neteweyê kurd pir tişt hatine gotin
Mirovê Aqil: Mîthat Sancar
Ev hicûmeke îdeolojîk-polîtîk bû li hember Tevgera Rizgarîya Kurdistanê. Mixabin bi deh hezaran xwişk û birayên me, di qada Newrozê de ji vê hicûmê re li çepikan xistin. Yekî ku ev beyan xwend, Sirî Sureya Onder bû ku di vî çendî de li qadê xwiya nake, her hal li benda rojeke peywirê ye. Ya din jî Perwîn Buldan bû ku nuha hevseroka HDPê ye. Bi Mîthat Sancar re serokatîya vê partîyê dikin.
Fuat Önen – Banga piştgirîya Rojhelatê Kurdistanê
Du fîgurên 23-24ê Nîsanê: Mîthat Sancar û Firat Aydinkaya
Banga PÊLKURDê 1
Rapora konsolusê Erziromê Pavlovskî
Xalid Begê Cibrî û Kurdistaneke Serbixwe
Beqaya dewleta tirka ji min re bû derd!
Virûsa Koronayê û planên me
•Karesata Koronayê careke din ew qaşo teorîyên ku ji bo kurdan ‘dema dewletbûyinê derbas bûye’ pûç û hîç kir. Li her derê cîhanê her dewlet sînorên xwe yên fermî dijwartir dikin û di ser van sînoran re têkilîyên xwe yên navdewletî dimeşînin. Careke din hate fahmkirin ku navneteweyîtî di ser netewetîyê re pêkan e.
