QONAXEKE NÛ YA PEYWENDIYÊN HEWLÊR Û ENQEREYÊ

QONAXEKE NÛ YA PEYWENDIYÊN HEWLÊR Û ENQEREYÊ

Dîplomasî karekî balkêş e senatek e û gelek car di navbêyna dijminan de jî karê dîplomasî dimeşe. Wek e nimûne niha di navbêna Dewletê Yekbûyî û Emerîka û Çînê de jî têkilîyê dîplomatîk hene.

Em jı Kurdistanê re lê dınerın, dema ku em ji li Kurdistanê lê digerin ev teref ji me re usa xuyadikin; Seroka Hukumata Başûrê Kurdistanê, serokê parçak axa Kurdistanê ye û Başûrê Kurdistanê sedî 18yê axa Kurdistanê ye.

Sîyaseten Temsîl

Sîyaseten Temsîl

Lê mixabin, ew helwest, ew îradeya sîyasîya serbixwe bi partîyan re nemaye. Yanê, HDP benda îtifaqa milet, partîyên din bende HDP û piştî van guftûgoyan ew ê ji nuh de helwesta xwe dîyar bikin hilbijartinê re maye meh û nîvek. Ji ber wê ez dibêjim; miletê kurd di vê hilbijartinê de sîyaseten temsîl nabe!

Ji Bo Parlementoya Tirkan Çûyina Ser Sindoqan

Ji Bo Parlementoya Tirkan Çûyina Ser Sindoqan

Li Kurdistanê parlementoya te tune bî û tu wek hemwelatîyê tirkan biçî ser sindoqan û beşdarî hilbijartina bibî, esasen tu hebûna vê dewleta dagirker li Kurdistanê rewa dibînî. Tu zimnen qebûl dikî ku ev dewlet ya me ye jî em ê jî beşdarî hilbijartinan bibin biçin parlementoya xwe li wê derê alîyen sîyasî yên tirkan qanih bikin ku kêşeyên Kurdistanê çareser bibe. Ji cîyê ku em lê dinerin, cîyê ku em lê dipeyîvin, wateya hilbijartina Tirkîye ev e.

Parlamentoya neteweyi li Kurdistanê tune be, çûyina ser sindoqên tirkan, li Miletê Kurd heram e.

Parlamentoya neteweyi li Kurdistanê tune be, çûyina ser sindoqên tirkan, li Miletê Kurd heram e.

Dema ku hûn diçin ser sindoqên tirkan, hûn hebûna dewleta dagirker li Kurdistanê meşrû dikin. Wê gavê hûn dibêjin; ev dewlet ya me ye jî, em ê herin li wir, tefahumek demokratik li wir pêk bînin, em ê vê dewletê biguherînin. Wezîfeya siyaseta kurdistanî derxistina vê dewletê ji Kurdistanê ye, ne ku vê dewletê xweşik bike, bi awayekî xweşik pêşkêşî miletê kurd bike. Esasen siyaseta kurdistanî di mijara hilbijartinê de pir zelal e.