Rojev

Rojev

Her çend Tirkîye ji bo hicûmen xwe yên dagirî, PKK nîşan dide û qala “sicak takip”ê dike jî, em dizanin ku armanca dewletê, ji holê rakirina rsstqînîya welat û miletê me ye. Dewleta Tirk, li her derê cîhanê rizgarîya bihustek ax an bidestxistina mafên sîyasî yê kurdan, ji xwe re xeterî û mijara bekayê dibîne. Sedemên van bomberanan, ev e. PKK tenê hêncetek e ji bo wan. Rast e ku divê PKK li başûrê welatê me serwerîya hikûmet û parlamentoya me nas bike û tu carî vê serwerîyê binpê neke. Bi taybetî li Mexmûr û Şingalê destê xwe ji rêvebiriya van bajarokan bikişîne.

Efrîn

Efrîn

EM dizanin HÛN kî ne,
Em dizanin EM kî ne û
Dijminatî bêminetî ye.

Divê em cînayetên ku SST li Rojavayê Kurdistanê pêk tîne bi vê perspektîfê binirxînin. Bila kes ji me re nebêje ku mesûlê van cînayetinan Artêşa Azad, çalakvanên Tugaya Suleyman Paşa an rêxistineke din ya tûndrew e. Mesûl, kirde û aktorê vî karî SST ye.

Zimanê me yê neteweyî

Zimanê me yê neteweyî

Di jiyana me ya îroyîn de, ji hemû deman pirtirîn pêwistî bi giringîdayîna ji bo bikaranîna zimanê kurdî çêbûye. Ji hemû deman pirtirîn îro hewceyî bi sazkirina bername û çalakiyiyên ji bo geşkirin û bêşvebirina zimanê me yê neteweyî heye. Ji bo giringiya ziman êdî tenê ‘roj pîrozkirin’, gotar nivîsîn û axaftinên dirêj ne bes in û têrî nakin. Jixwe ji Ehmedê Xanî, ji Mîr Celadet Bedîrxan bigire û heta niha, ji bo giringiya ziman, ji bo pêwistiya ziman û ji bo bivêneviya ziman ji bo neteweyê kurd pir tişt hatine gotin